Îlon 13, 2017 07:55 Asia/Tehran
  • Piştgiriya Nêtanyahû ji Cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê

Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst roja Sêşemiyê destnîşan kir ku Israîl pişta Cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê digire.

Li gorî rapora Fars Newsê, pêştir jî wezîra Dadweriyê ya Israîlê, Aylît Şakîd (Ayelet Shaked) ji cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê piştevanî kiribû.

Destyar û rawêjkarê bilind ê fermandeyê giranqedr ê Gişt hêzên Îranê, serdar serleşker pasdar seyd Yehya Rehîm Sefewî vê dawiyê destnîşan kir: "Parçekirina welatên navçeyê li ser pişkên biçûk armanca dijminan ji wan Rêjîma Siyonîst e da ku bikarin biona hertim serdestiya xwe ser wan biparêzin".

Hin partiyên Herêma Kurdistana Iraqê roja heftem a Hezîrana 2017an bi amadebûna Mesûd Barzanî, serokê vê navçeyê, lidarxistina Giştpirsîna cudabûna Herêmam Kurdistanê ji iraqê di roja 25ê Îlona 2017an pesend kirin. Mijara ku tûşî dijayetiya bihêz a dewlet, komên cûrbicûr ên iraqî û welatên navçe û cîhanê bûye. Tevî vê yekî serokêî Herêma Kurdistana Iraqê, "Mesûd Barzanî" ji kurdên Iraqê xwestiye ku beşdarî vê giştpirsînê bibin.