Îlon 12, 2017 19:25 Asia/Tehran
  • Hejmarek ji kirêgirtiyên siûdî li Yemenê hatin kuştin û birîndar bûn

Çavkaniyên yemenî ragihandin ku 15 kirêgirtiyên siûdî û yên dewleta îstîfakirî ya Yemenê li du parêzgehên Mareb û Teizê bi destê nîşanbazên artêşa Yemenê û Ensarullahê hatine kuştin yan jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, hêzên yekîneya nîşanbazan a artêşa yemenê û Ensarulahê, şeva duşemiyê li çend operasyonan li du parêzgehên Mareb (li navneda Yemenê) û Teizê (li başûrê rojavaya Yemenê) endamên kirêgirtî li bereyên curbicurên navçeyên Serwah, Bîr Başa û Wadî Saleyê dan ber guleyan.

Hêzên artêşa Yemenê û Ensarullah, şeva buhurî herwiha operasyonekê li pêgehên endamên kirêgirtî li navçeya El Hamilî û  navçeya Muzei a li rojavaya parêzgeha Teizê jî cih anîne.

Yekîneya topxaneyî ya artêşa Yemenê û Ensarullahê, êriş birine ser cihê bicihbûna endamên ser bi Erebistanê li rojavaya pêgeha Xalid li navçeya Muzei a li parêzgeha Teizê.

Rejîma Siûdî bi piştgîriya Amerîkayê û li bin sîvana bêdengiya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) ji Adara 2015`an ve, êriş birye ser Yemenê û ji hêla bejahî, deryayî û hewayî ve bi mihaneya vegerandina Ebd Rebe Mensûr Hadî, serokkomarê îstîfakirî yê Yemenê ser desthilatê, ew welata dorpêç kiriye.

Di encama vê êrişa leşkerî de heya niha bi dehan hezar kes hatine kuştin û birîndar bûne.