Îlon 12, 2017 19:21 Asia/Tehran
  • 2500 endamên  DAIŞ`ê yên ewrûpî li Iraq û Sûriyê ne

Hevahengkerê operasyona şerrê dijî terorîsmê ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE), ji hebûna 2500 ewrûpiyên endamên koma terorîst a DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê agahî da.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, Dr. Gilles de Kerchove (Jîl Du Kerşov) vahengkerê operasyona şerrê dijî terorîsmê ya Yekîtiya Ewrûpayê, ragihand, koma terorîst a DAIŞ`ê li Ewrûpayê, wê êrişên biçûktir ên bi îmkanên locêstîkî yên kêmtir cih bîne.

Hevahengkerê operasyona şerrê dijî terorîsmê ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) li dewamê herwiha got êrişên koma terorîst a DAIŞ`ê bi destê hin kesan ku hin caran di mideha çend hefteyan de bi rêya înternetê tevlî tundrêyan bûne, cih tên.

Vî rayedarê ewrûpî, di rewşekê de van gotinan dibêje ku koma terorîst a DAIŞ`ê, di van rojên dawiyê de berpirsyariya êrişên li çend welatên ewrûpî girtiye ser milê xwe.

Welatên rojavayî ku hemî hewla xwe jibo alîkarîgihandina bo terorîstên navçeya Rojhilata Navîn û bi taybet terorîstên li Sûriyê, bi kar anîne, niha tûşî pirsgirêka vegeryana endamên ewrûpî yên terorîstên DAIŞ`ê û cihhatina êrişên terorîstî re rûbirû bûne.