Piştevaniya wezîrê karên derve yên Yeketiya Ereb û Japonê ji damezirîna welatê Filistînê
Wezîrê karên derve yên welatên endame Yeketiya Ereb û Japonê ji damezirîna welatê Filistînê bi paytextiya Qudsê piştevanî kirin.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Wezîrê karên derve yên welatên endame Yeketiya Ereb û Japonê duh duşemê li kutahiya civîna xwe ya dewra ewilê li navenda debîrxana vê yeketiyê li Qahirê li daxûyaniyekê ji damezirîna welatê Filistînê bi paytextiya Qudsê piştevanî kirin û li daxûyaniyekê xwestin ku bila Rejîma Siyonîstî bajarokçêkirinan rawestîne û biryarnamên Rêxistina Netewên Yekgirtî bitaybet biryarnamên 2016 û 2234 îcra bike.
Wezîrê karên derve yên welatên endame Yeketiya Ereb û Japonê ji civata cîhanî xwestin zextûzorê bînin ser Rejîma Siyonîstî ta ku ev rejîma dest ji bajarokçêkirinan û cihûkirina bajarê Qudsê berde .
Wezîrê karên derve yên welatên endame Yeketiya Ereb û Japonê herwisa dorpêçkirina neqanûnî ya Zîvala Gazayê ji aliyê Rejîma Siyonîstî mehkûm kirin û ragihandin pêwîste ev mehsera bê hilanîn û ev Rejîma bila reftarên fanatîk dijî hêsîrên filistînî û erebên dine zîndanî berde.