Çêkirina yekim bajaroka siyonîstnişîn li kêleka rojava ya çemê Urdinê
Rejîma siyonîstî dê karê çêkirina yekim bajaroka siyonîstnişîn li kêleka rojava ya çemê Urdinê destpê bike.
Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filistînê û ji zarê kanala 7 a televîzyona Rejîma Siyonîstî, Ariyê Derî wezîrê karên hundir ê Rejîma siyonîstî ji berpirsên bajarkoka valabûyî ya Emûnayê re raghandiye ku hemî qonaxên qanûnî yên çêkirina bajaroka nû cih hatiye û karê çêkirina bajaroka nû ya Emîhayê dê ji îro duşemiyê ve destpê bibe.
Eva dê yekim bajaroka siyonîstnişîn li kêleka rojava ya çemê Urdinê be ku ji sala 1992`an heya îro tê avakirin.
Rejîma Siyonîstî 60 milyon Şîkl( 16 milyon Dular) bûce jibo avakirina van bajarokan terxan kiriye û biryar e 200 heya 300 siyonîstên bajaroka valabûyî ya Emûnayê li vê bajaroak nû bên bicihkirin.
Rojnama siyonîstî ya Haarêtsê raghand: Filistîniyan li vê barê li dadhea Rejîam siyonîstî doz vekirin û li gorî lêkolînên cihhatî, hatiye selmandin ku ev erdê yên wan in lê dadgeha Rejîma Siyonîstî bala xwe nedaye ser vê meselê.
Çêkirina bajarokên siyonîstnişîn li halkeê cih tê ku konseya wlehiyê ya NY, 23 kanûna 2016an dengê ernî da biryarnama ku armancê wê rawestandina çêkirina bajarokan ji aliyê Rejîma siyonîstî li erdên dagirbûyî yên Filistînê ye.