Tebax 12, 2017 18:35 Asia/Tehran
  • Êrişa mûşekî ya artêşa Yemenê ser çeperên kirêgirtîyên erebistanî

Çavkanîyên yemenî ragihandin ku artêşa vî welatî mûşekek Zezal-2 avêtin navenda kombûna kirêgirtîyên erebistanî li parêzgeha Cufê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, yekîneya mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê şeva buhurî 2 cihên kombûna kirêgirtîyên Erebistanê li Xab û Şeefê li parêzgeha Cufê dan ber mûşekeke Zelzal-2`yê ku di encamê de hejmarek kirêgirtî hatin kuştinê û birîndar bûn.

Çavkanîyeke leşkerî jî ragihand: Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê maşîneke leşkerî ya kirêgritîyên erebistanî li bakûra devera sînorî ya Mîdîyê li parêzgeha Hecê rûxandin.

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê di hefteyên vê dawîyê de, baregeh û çeperên eskerên siûdî li deverên sînorî yên Erebistanê li Cîzan û Necranê dan ber top û mûşekan ku di encamê de hejmarek leşkerên siûdî hatin kuştinê yan birîndar bûn.

Erebistanê ji 26`ê Adara sala 2015`ê ve êrişên xwe ser Yemenê bi heceta vegerandina Ebderebe Mensûr Hadî serokomarê istêfakirî yê vî welatî ser desthilatê destpê kirin. Di encma êrişên hanê de heta niha bilî kavilbûna binavahiyên Yemenê nêzî 40 hezar kes hatine kuştinê û birîndar bûne.