Tîrmeh 18, 2017 16:18 Asia/Tehran
  • Serokên Ixwan Ul Muslimînê yên li Qeterê dil hene biçin Tirkiyê

Mêdyayên misrî ji zarê rayedarên agah ragihandin ku hejmareke serokên Ixwan Ul Muslimînê yên rûniştiyê Enqerê civîneke awarte li Enqerê ji bo rawêjkariya li bara veguehstina hejmareke endamên vê komê ji Qeterê bo Tirkiyê li dar xistin.

Li gorî nûçeya ISNA`yê ji zarê rojnameya misrî ya El Yewm El Sabiyê, hin çavkaniyên nûçeyan ragiahndin ku ev civîn bi beşdariya Mehmûd Hisên, sikritirê giştî yê Ixwan Ul Muslimînê û Mihemed Hikmet Welîd, çavdêrê giştî yê Ixvan Ul Muslimînan Sûriyê û Wecdî Xenîm ji serokên nasyar ên Ixvan Ul Muslimînê û hejmareke din a rêberên Ixwan Ul Muslimînê hat lidarxistin.

Van çavkaniyan destnîşan kirin ku civîna niha li siya dilgiraniyên Ixwan Ul Muslimîn li bara jidestdana sitargeha ewleh li Dûheya paytexta Qeterê an tirsa ji pêngava Dûheyê ya radestkirina hejmareke endamên derecebilind ên Ixwan Ul Muslimîn bo saziyên ewlehiyê yên welatên wan ji bo kontrolkirina hêrsa Misr, Erebistan, Imarat û Behrêynê û bidawîanîna boykotên sepandî ji aliyê van welatan hatiye lidarxistin.