Dewama mudaxila Erebistanê li Qeterê
Taxima dewleta Erebistanê îro duşemiyê di daxûyaniyekê de raghand: Kiryarên 4 welatên ereb ên ku Qeter boykot kirine, divê bidome da ku Dûha xwestekên wan cih bîne.
Li gorî rapora Fars Newsê, li vê daxûyaniya mudaxilekirane hatiye: Heya dema ku Qeter daxwaziyên Erebistan, Îmarat, Behreyn û Misrê cih neyne, dê zext û boykotên ser Qeterê bidomin.
Mudaxila Erebistanê li karûbarên navxweyî yên welatan ji wan êrişa eskerî ser Yemenê û boykota Qeterê, binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî ye.
Erebistan, Îmarat, Behreyn û Misr piştî raghandina qutkirina peywendiyên dîplomatîk bi Qeterê re ev welata boykot kirine.
Ev çar welat, daxawza girêdana tam a kanala El-Cezîra Qeterê, qutkirina peywendiya Îran û HIzbullah Lubnanê û têkbirina navenda eskerî ya Tirkiyê li Qeterê dikin ku Dûhayê ew daxwazî red kirine.