Daxwaza Mîrnişînên erebî bona çavdêriya navnetewî ser mesela Qeterê û çar welatên erebî
Wezîrê mişêwir li karûbarên derve yê Mîrnişînên Erebî daxwaza çavdêriya navnetewî ser kirîza di navbera Qeterê û çar welatên erebî kir.
Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Enwer Qerqaş wezîrê mişêwir li karûbarên derve yê Mîrnişînên Erebî herwisa bal kişande ser zextûzorên 4 welatên erebî yên ku Qeter boykot kirine û li bara dirêjbûna vê rewşê amadetiya welatê xwe diyar kir.
Wezîrê mişêwir li karûbarên derve yê Mîrnişînên Erebî pêştir jî gotibû: Krîza Qeterê ber bi agirekî aram diçe û gor şehediyên li ber dest qutbûna peywendiyên Qeterê tev çar welatên erebî dê dirêj bibe ji ber ku Qeter naxwaze siyasetên xwe biguherîne.
Erebistan, Mîrnişînên Erebî, Misr û Behreynê ragihandin: Heta wê çaxê ku Qeter xwestekên van welatan cih neyîne, ev welatana dê dewamê bidin boykotên xwe dijî vî welatî.
Van 4 welatên erebî 13 şert bona Qeterê kifş kirin ku Duhayê ev xwestekên van welatan ret kirin.
Derketina hêzên eskerî yên Tirkiyê ji nav axa Qeterê û qutkirina peywendiyên Duhayê tev Îranê ji van şertûmercên van 4 welatên erebî ne.