Piştgirîya Trump ji serkutkarîyên rêjîma siûdî
Nûçegîhanekî amerîkî, dijberîya li hemberî welatên serbixwe yên rojavaya Asyayê ji wan Îranê û piştgirîya ji rêjîma serkutker a siûdî, sîyaseta serokomarê Amerîkayê zanî.
Li gorî rapora nûçegihanê me, Kalb Maopîn nûçegîhanê amerîkî li peyamekê ku bi rêka Twitterê li bara seredana Donald Trump serokomarê Amerîkayê bo Erebistanê nivîsî: Trump dil heye bi Melik Selman paşayê Erebistanê re hevkariyê bike, welatê ku mafên mirovan bin pê dike, lê Îranê tevî lidarxistina hilbijartinên bi rikeberîyê û bi pişkdarîya milyonan kesî li hilbijartinên hanê `` nedêmokiratîk`` bi nav dike.
Li gorî gotina vî nûçegîhanê amerîkî, sîyaseta Qesra Sipî hevkarîya ligel Rêjîma SÎyonîst û rêjîma Siûdî li dijî Îranê ye.
Kalb Maopîn nûçegîhanê amerîkî herwiha got: Trump seredana Erebistanê dike li halekî ku gelê Yemenê jibo xilaskirina canê xwe li hemberî cinayetên cengê yên rêjîma siûdî têdikoşe.