May 20, 2017 16:40 Asia/Tehran
  • Derketina hezar têrorîstên din ji taxa Berze ya Şamê

Derketina zêde ji hezar têrorîstî di çarçêva koma sêyem da ji taxa Berze li bakûra rojhilata Şam paytexta Sûrîyê destpê bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Beşer Seban walîyê Şamê ragihand ku derketina sêyemîn koma têrorîstan ji taxa Berzê hevgavê derketina koma herîdawîyê ya têrorîstan û malbatên wan ji taxa Al Weirê ya Humsê destpê bû.

Mêdyayên nêzîkî neyarên sûrî jî wêneyên kombûna têrorîstan û malbatên wan jibo derketina ji taxa Berzê ber bi parêzgeha Idlibê weşandin.

Di rojên 8 û 11`ê Gulanê da jî 1286 têrorîst ligel malbatên xwe ji taxên Berze û Tişrîn ên bajarê Şamê li gorî lihevkirina tev dewleta Sûrîyê derketin û çûn parêzgeha Idlibê.

Duh înîyê jî walîyê Humsê ragihand ku koma herîdawîyê ya çekdarên li taxa Al Weirê ya vê parêzgehê ku li dijî rêketinama aştîyê ne ligel malbatên xwe ji vê taxê derketin.