May 20, 2017 11:49 Asia/Tehran
  • Kutabûna dewra şeşan a gotûbêjên Genevayê li bara Sûriyê bêyî tu pêşketinek

Dewra şeşan a gotûbêjên Genevayê li bara Sûriyê bi çavdêriya Rêxistina Netewên Yekgirtî bêyî tu pêşketinek duh îniyê kuta bû.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fransayê , Stefan De Mîstora nûnerê taybet ê Rêxistina Netewên Yekgirtî li karûbarên Sûriyê li dawiya 4 roj gotûbêjên nerasterast di navbera taxima dewleta Şamê û taxima neyarên dewleta Sûriyê de li Genevayê got: Xebat tê kirin ku dewra din a gotûbêjan li Hezîranê bê lidarxistin lê heta niha roja destpêka van gotûbêjan eşkera nîne.

Stefan De Mîstora ragihand: Tenê pêşketina di navbera aliyên sûrî-sûrî li dewra şeşan a gotûbêjên Genevayê, birêketina gotûbêjên karnasên Rêxistina Netewên Yekgirtî tev karnasên dewleta Sûriyê û karnasên neyarên dewleta Sûriyê bûye ku li ser babetên hiqûqî û qanûna bingehîn a vî welatî hatiye axivtin.

Stefan De Mîstora got: Rêxistina Netewên Yekgirtî qet qanûna bingehîn a Sûriyê nanivîse û tenê dikare alîkariyeke zav bide van aliyên sûrî-sûrî.