Nîsan 21, 2017 20:49 Asia/Tehran
  • Dewama serkutkirina çalakên hiqûqî û siyasî li Behreynê

Rejîma Behreynê li dewama serkutkirina neyaran, hejmarek ji çalakên hiqûqî û siyasî jibo lêpirsînê vexwendine dozgeriya giştî.

 Li gorî rapora Fars News`ê, dozgerê giştî yê Behreynê roja îniyê zêde ji 12 çalakên hiqûqî û siyasî  ji wan Ehmed El-Sefar endamê navenda mafên mirovan a Behreynê ,Zeyneb Alê Xemîs çalaka hiqûqî, Înas Ewn, berpirsê radûkirin û amadekirina  belgeyan li navenda mafên mirovan a Behreynê û Muhemed El-Tacir parêzer û parêzvanê mafên mirovan jibo cihanîna  lêkolîn û jêpirsînê, ewna vexwendine.

Eskerên Rejîma Alê Xelîfe jibo serkutkirina  nerazîbûnên  aram ên gel, çalakên siyasî yên vî welatî digre û dêxe zindanê.

Di eynî demê de hêzên ewlehiyê yên Behreynê li dehemîn meha berdewam deriyên navça El-Derzê cihê jiyana  şêx Îsa Qasim alimê pilebilind ê behreynî dorpêç kirin û nehiştin  nimêja îniyê were lidarxistin.

 Hevgav gelê Behreynê tevî lidarxistina  xwenîşandanê jibo şermezarkirina  siyasetên  Rejîma Alê Xelîfe û piştgiriya ji şêx Îsa  Qasim û dewama riya  inqilaba  gelanî ya Behreynê, slogan bilind kirin.

 Bi betalkirina  mafê welatîbûnê ya Şêx Îsa Qasim  alimê  pilebilind ê behreynî li Çilla 2016`n , liv û tevegrên  eskerî li navça Derazê girantir bûne.

 Behreyn ji 14`ê Sibata sala 2011`an  ve şehedê inqilaba  gelanî li dijî Rejîma Alê Xelîfe ye.

Gel daxwaza azadî, damezrandina  edaletê û rakirina  duberekiyê û damezrandina  sîstemeke bijarte li welatê xwe dikin.