Nîsan 21, 2017 17:45 Asia/Tehran
  • Şopên birsîbûna giştî li Yemenê

Berdevka Bernameya Cîhanî ya Xwerinê, ragihand: Rewşeka wekî birsîbûna giştî li Yemenê dîtiye.

Li gorî malpera nûçeyan a El Yewm El Sabiya Misrê, Îmîlyiya Kazêla, berdevka Bernameya Cîhanî ya Xwerinê, roja îniyê li nivîsgeha xwe ya li Roma paytexta Îtalyayê got: Li hin navçeyên parêzgehên Teêz, El Hedîde, Lehêc, Ebîn û Sedê, rewşeka wekî birsîbûna giştî xuya dike û gihîştina li van navçeyan dijwar e.

Kazêlayê herwiha got: Divê parêzgehên Teêz, El Hedîde, Lehec, Ebîn û Seide di ewlewiyeta alîkariyan da be.

Berdevka Bernameya Cîhanî ya Xwerinê ragihand: Nêzî şeş mîlyon û 700 hezar kes li Yemenê, li gorî rêzbendiya navneteweyî ya ewlehiya xwerinê, di pileya çaremîn da ne û pileya piştî wê yanê pileya pêncemîn birsîbûna giştî ye.

Rêxistina Neteweyên yekgirtî (NY), roja sêşemiya tê, wê civînekê bi armanca komkirina pere jibo Yemenê li Jênêvayê li dar xîne û xwestiye ku pereyek bi qasê du mîlyard û 100 mîlyon dolarî jibo dabînkirina xwerin û hewcedariyên din ên xelkê Yemenê, were berhevkirin.

Komîsariyaya karûbarên penaberan a NY, meha Nîsana îsal hişyarî da ku hitmala destpêbûna birsîbûna giştî li çar welatên Yemen, Sûdana başûr, Sûmalî û Nîcêriyê, her rojê zêdetir dibe û nêzî 20 mîlyon kes li navçeyên ku berhemên wê yên çandiniyê ji nav çûne û navgîna başnexwerinê xelkê wê zêde bûye, bi xetera ber bi zêdebûnê ya birsîbûnê re rûbirû ne.