Nîsan 21, 2017 16:38 Asia/Tehran
  • Bombeyên rênimûnbûyî yên Emerîkayê di destê Erebistanê da

Hevgavê dewama cinayetên Erebistanê li Yemenê, Dewleta Emerîkayê mesela destpêkirina firotina bombeyên rênimûnbûyî bo Erebistanê hildikole.

Li gorî rapora El-Alamê, dewleta Emerîkayê ji ber firotina  çek û sîlehna bo Erebistanê, şirîkê sûça vî welatî li kuştina xelkê sivîl e. Loma  jibo kêmkirina  rexneyên navneteweyî hewl dide  li bara xelkê sivîl ê Yemenê hin  sozan bide Erebistanê.

Berpirsekî emerîkî îdia kir: Emerîka ji Erebistana Siûdî dixweze berpirsiyariya xwe li xebitandina pêkan a wan  bombeyan nîşan bide.

  Vî berpirsê emerîkî destnîşan kir sîstimên  rênimûnbûyî bi qasî 390 milyon dolarî ji wan  amûran in û dibin sedem gulleyên  rênimûnnebûyî bike muhîmatên  rênimûnbûyî û çaverêtî heye  Erebistan jibo êrişa ser armancên xwe li Yemenê diqeteke zêdetir bike.

Li dewama piştgiriyên  Waşîngtonê ji Riyazê, wezareta karên derve ya Emerîkayê, 9 Tebaxa sala 2016`an , peymana yek milyar û 150 milyon dolarî ya firotina  çek û cebilxaneyan  bo Riyazê piştrast kir. Ev peymana , radestkirina 153 tankan, muhîmat, bi sedan çekên reşaşe û alavên din ên şêrr digre ber xwe.

 Erebistana Siûdî bi piştgiriya Emerîka û hin welatên  navçeyê ji sê salan berî niha ve  êrişa ser Yemenê destpê kir ku  êrişên hanê bûne sedema  kuştin û birîndarbûna  bi hezaran kesên sivîl û awarebûna bi milyonan kes ji xelkê vî welatî.