Nîsan 21, 2017 16:01 Asia/Tehran
  • Dewama gireva birsîbûnê ya dîlên filistînî li pêncemîn roja bidûhev

Gireva birsîbûnê ya dîlên filistînî li zîndanên Rejîma Siyonîst, hîn didome.

Li gorî rapora Filistîn 48`ê (Palestine 48), gireva birsîbûnê ya dîlên filistînî yên li zîndanên Rejîma Siyonîst bona nîşandayîna nerizamendiya li hember kiryar û cinayetên vê rejîmê ku ji 17`ê Nîsanê, hevgavê roja ``Hîsîrê filistînî`` ve, dest pê bûye, hîn berdewam e û ketiye roja xwe ya pêncemîn.

Îsa Qeraqi, serokê karûbarên dîl û azadeyên filistînî her bi vê boneyê ragihand ku nêzî hezar û 500 dîlên filistînî li gireva birsîbûnê ne ku pêkan e hejmara dîlên ku ketine girevê, zêde bibe.

Nêzî hezar û 500 dîlên filistînî, ji roja duşemiyê (17`ê Nîsanê) yanê roja ``Hîsîrê filistînî`` va, gireva xwe ya birsîbûnê bi dirûşmeya ``Azadî û Kerametê``, bona nîşandayîna nerizamendiya xwe li hember siyaset û reftarên hovane yên Rejîma Siyonîst dijî dîlên filistînî yên li zîndanên vê rejîmê dest pê kirin.