Nîsan 21, 2017 13:03 Asia/Tehran
  • Greva birsîbûnê ya çalakên kurd ên sûrî jibo piştgirîya ji girtîyên kurd ên Tirkîyê

Çalakên sîyasî û medenî li Qamişloyê li bakûra Sûrîyê bi nîşana piştgirîya ji girtîyên kurd ên di zîndanên Tirkîyê da, dest bi greva birsîbûnê kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Hawar News`ê, çalakên sîyasî û sivîl ên Qamişloyê bi vedana hin konan li vî şarî, bi nîşana nerazîbûna li hemberî rewşa girtîyên sîyasî yên kurd ên Tirkîyê, greva birsîbûnê destpê kirin.

Mizgîn Ehmed berdevka dayra xwerêvebir a dêmokiratîk a bakûra Sûrîyê di hevdîtina ligel pişkdarên grevê de got: Zilhêzên navnetewî dil tinene qeyrana Sûrîyê çareser bikin, ew bi dû berjewendîyên xwe li Sûrîyê ne.