Duyemîn koma niştecihên Fûe û Keferyayê giheşte Helebê
Duyemîn koma niştecihên bajarên dorpêçbûyî yên Fûe û Keferyayê vê sibê bi 10 otobosan derbasî dewra Ramûsê li başûra Helebê li bakûra Sûrîyê bû.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, veguhestina 3 hezar kes ji xelkê bajarokên Fûe û Keferyayê bo Helebê destpê bûye. Ev kesana bi hezar û 350 têrorîstî va hatine veghortin. Hevgavê vê yekê 5 otobosên hilgirê têrorîstan û malbatên wan derbasî deverên bin kontrola komên têrorîst li Idlibê bûn.
3 hezar kes ji xelkê bajarokên Fûe û Keferyayê li parêzgeha Idlibê duh derbasî devera Raşidîn a Heelbê bûn ta ku bi têrorîstên li bajarên Zebdanî, Sergaya, Mezaya û Bilodanê re bên veghortin.
Di çarçova lihevkirina komên têrorîst û hêzên berxwedanê da, 3800 kes ji kesên çekdar û malbatên wan ku li bajarên Mezaya, Zebdanî, Beqîn û Bilodanê li derdora parêzgeha Şamê bicih bûne, yê bi 8 hezar kes ji niştecihên bajarokên Fûe û Kefryayê re bên veghortin û kesên çekdar jibo parêzgeha Idlibê û xelkê Fûe û Kefryayê jî bo parêzgeha Helebê tên veguhestin.
Fûe û Keferya ji 28`ê Adara sala 2015`ê va ji hêla têrorîstan va hatin dorpêçkirin.