Sibat 16, 2017 09:28 Asia/Tehran
  • Esed: Berxwedana gelê Helebê bû sedema têkçûna têrorîstan

Serokomarê Sûriyê got: Berxwedana gelê Helebê (li bakurê vî welatî) hokara girîng û diyarker li serketina li hemberî têrorîsdmê bûye.

Li gorî rapora ISNA`yê, Bişar Esed serokomarê Sûriyê li hevdîtina digel koma ciwanên dînî ji xetîb û pêşnimêj û mubelixên parêzgehên vî welatî tevî pêgiriya li ser viya ku berxwedana Helebê piştî cangorîtiyan hokara bingehîn li hemberî têrorîsmê bû, got: Helebê bi awayekî berfire renc kişand; Çimku plana ku li dijî Helebê hatibû darêştin, gellek mezin bû.

Esed destnîşan kir: Her pêngava ku têkildarî pêşeroja Sûriyê be, ew pêngava ji aliyê gelê Sûriyê va tê rakirin û gelê Sûriyê li bara wê dê biryarê bide.

Serokomarê Sûriyê got: Girîngtirîn meseleyên ku divê koma dînî wê berçav bigire, amadekirina ji nû va ya rêforma têgehên şaş ji bo belavkirin û rewacdana ola rastîn ji bo sekinîna li hemberî radîkalîsmê ye.

Esed got: Şerê ku Sûriyê tûşî wî bûye, şerê êqil e û divê ku endamên koma dînî amorên gotûbêjê hebin û şêwaza analîz û bidestxistina encamê bi kar bînin.