Çile 12, 2017 13:01 Asia/Tehran
  • Şirove - Rexneya civatên hiqûqî ji gurrbûna serkutkirinan li Erebistanê

Saziya Çavdêra Mafên Mirovan û Saziya Efûya Navneteweyî ji gurrbûna pêla girtin û serkutkirinê ku Rêjîma Alê Suiûd li sala teze ya zayînî li dijî dijberên xwe û çalakên hiqûqî li vî welatî bi rê xistiye, rexne kirin.

Van du saziyan anku Saziya Çavdêra Mafên Mirovan û Saziya Efûya Navneteweyî li daxûyaniyekê ji bo çapemeniyê ra ragihandin ku hêzên polîsê Erebistanê Esam Koşek li bajarê Mekkeyê û Ehmed El Meşîxes li El Demamê li rojhilata Ereistanê di heftiya buhurî da ji bo lêpirsînê hazir kirin û heta niha ev du kes nehatine azadkirin. Esam Koşek li bara peyamên ku li tora civakî ya Twitter`ê li warê rewşa Mafên Mirovan nivîsîbûn, kete ber lêpirsînê û tawana hilêxistî li dijî El Meşîxes jî berevaniya ji kesên girtî li navçeyên rojhilata Erebistanê bû. Li gorî amarên weşandî 30 hezar girtiyên siyasî li zindanên Alê Siûd da hene û ev zîndan ji zindanên herî xerab li cîhanê ne.

Civatên hiqûqî yên welatên rojavayî ku hertim  li hemberî kiryarên rêjîma Alê Siûd bêdeng mane, vê carê neçar mane ku li dijî vê rêjîma zorbêj û serkutker bertekê nîşan bidin û helwestekê bigirin ber xwe. Kiryarên rêjîma siûdî ku li warê serkutkirin û zorbêjiyê tu sînor û astekê nas nake, di pratîkê da Erebistan kiriye yek ji navendên binpêkirina mafên welatîbûnê di asta navneteweyî da. Li halekî ku civatên hiqûqî dixwazin ku civatên navnetweweyî reftareke ciddî li hemberî kiryarên dijî mirovahiyê yên desthilatdar û hakimên Erebistanê bigirin ber xwe, endamtiya dubare ya demek berî niha ya Erebistanê ku di bin sîvana piştgiriya welatên rojavayî da ye li Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) cîhan behicandiye. Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) hema wisa li hemberî daxwaza raya giştî ji bo betalkirina endamtiya Erebistanê li vê konseyê li ser esasa madeya heştan rawestiyaye. Raya giştî dixwaze ku endamtiya Erebistanê li Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber pêkanîna cinayetan li Yemenê û serkutkirina tund a dijberan li Erebistanê ji wan îdamkirina komkî ya dijberan were rawestandin. Li gorî madeya 8`ê ya Koneya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) heke her yek ji endamên vê konseyê bi xwe cinayetan pêk bînin, endamtiya wan tê rawestandin. Lê ev qanûn jî ji ber piştgiriyên dewletên rojavayî yên piştgira rêjîma Alê Siûd li bara Erebistanê cih nehatiye û bi vî awayî endamtiya vî welatî li Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ne tenê nehat rawestandin belki Erebistan ji bo dewreyeke din bûye endama Koneya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY). Eva li halekî ye ku rêjîma Alê Siûd karname û berboriyeke reş li warê binpêkirina Mafên Mirovan heye. Biryar û kiryarlên rayedarên Erebistanê ji bo bisînorkirina zêdetir ji berê ya atmosfêra siyasî û civakî ya vî welatî û binpêkirina Mafên Mirovan û mafên welatîbûnê yên gelê Erebistanê zêdetir ji berê pênaseya vê rêjîmê ji bo cîhaniyan eşkere kiriye. Pergala hikûmetî li rêjîma Alê Siûdî bi awayê mîratî ye û gelê vî welatî ti maf û rola xwe ji bo rêvebirina karan an beşdariya li qanûndarêştina li vî welatî tunîne.

Eva li halekî ye ku numad û sembolên gelserweriyê wekî hilbijartin, partiyên siyasî yên cûrbicûr, azadiya çapemeniyê li Erebistanê tunînin. Siyasetên dijî mirovahiyê yên rêjîma Alê Siûd û hevrêtiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) digel vê rêjîma dijî mirovahiyê bûye sebeb ku binpêkirina Mafên Mirovan li Erebistanê berûlayên berfire bigire ber xwe.