Çile 11, 2017 11:39 Asia/Tehran
  • Taxima islamî ya Quds`ê, Veguhestina Balyozxneya Amerîkayê bo Qudsê bi wateya ragihandina şêrr e

Taxima bilind a islamî ya Quds`ê ragihand, Veguhestina Balyozxneya Amerîkayê bo Qudsê bi wateya ragihandina şêrr dijî filistîniyan û misilmanan e.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Taxima bilind a islamî ya Qudsê li daxûyaniya xwe ya duh sêşemê destnîşan kir, Veguhestina Balyozxneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Qudsê bi wateya binpêkirina mafê tam ê misilmanan û mesîhiyan li Qudsê ye.

Li gorî vê raporê helwêsta Amerîkayê li dijî helwêsta civata navnetewî li bara bajarê Qudsê ye ku vî bajarî wekî bajarekî dagîrbûyî ji aliyê Rejîma Siyonîstî dizane  ji ber ku Quds bajarekî misilmanan e.

Obama serokkomarê Amerîkayê li Kanûna 2016`an pilana şandina Veguhestina Balyozxneya Amerîkayê ji Til Avîvê ber bi Qudsa dagîrbûyî bo mudeha 6 mehan paşda xist.

Trump serokkomarê bijartî yê Amerîka li dewrana propagandaya hilbijartinî soz da ku baylozxana vî welatî ji Til Avîvê dê bibe Qudsa dagîrbûyî ku vê yekê rieksiyonekî berfireh ji aliyê filistîniyan û civata navnetewî hebûye.