Li Sûdanê lehî rabû: 124 kes mirin
Îlon 28, 2020 12:53 Asia/Tehran
Li Sûdanê ku welatekî li rojhilatê Afrîqayê ye, hefteyek e lehî radibe. Heta niha 124 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 800 hezar kes jî ketine bin bandora lehiyê.