Nêçîrvan Barzanî: Hemû daxwazên Bexdayê hatin cih
Çile 18, 2018 17:38 Asia/Tehran
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku bi armanca çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de danûstandin heftiya derbasbûyî destpê bûn û diyar kir ku di mijara vekirina balafirgehan de ji bilî hin mijarên teknîkî hemû daxwazên Bexdayê hatine cih.