Avahiya tecarî ya Plasko hilweşiya
Avahiya tecarî ya Plasko ji ber agirpêketina mezin û ji ber kevnartî û rizûbûnê hilweşiya û hatiye ragihandin ku bi dehan kes hatine kuştin an jî birîndar bûne.
Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, Avahiya tecarî ya Plaskoyê ji ber agirpêketina mezin ji ber kevnartî û rizûbûnê, hilweşiya û heta niha bi dehan kes hatine kuştin an birîndar bûne , lê hejmara rast û fermî ya kuştî û birîndaran hîn eşkera nebûye her çend ku hin ajansan hejmara kuştiyan zêde ji 30 kes û a birîndaran jî derdora 40 kesan ragihandine. hatiye ragihandin ku 200 pisporên agirtemirandinê jî bo ciyê rûdawê hatine şandin.
Hatiye ragihandin ku ev avahiya hema bi ser xwe da hilweşyayê û niha nîgeranî li bara wan kesane ku bona agirtemirandinê çûne nav vê avahiyê û hîn jî di nav vê avahiyê da mane.
Ji ber hizûra berfireh a xelkê li ciyê rûdawê, operasiyona rizgarkirina kesên ku di nav vê avahiyê da mane rastî pirsgirêkan hatiye.
Niha nexweşxanên navçê bona dermankirina birîndaran di rewşa amadetiya tam de ne .
Polîsê Rahwer jî ragihandiye ji Kolana Cumhûrî ber bi rojhilatê, ji kolana Xeyam ber bi bakûrê û ji Biharistanê ber bi rojavaya Têhranê tenê trombîlên Orjans û hawargihandinê dikarin hatûçûnê bikin.
Polîs û saziya agirtemirandinê ji xelkê Têhranê xwest ku nîzikî ciyê rûdawê nebin.