Kanûn 02, 2020 08:01 Asia/Tehran
  • Dibistanênên Herêma Kurdistanê heta 1’ê Tîrmeha 2021’an girtî dimînin

Li gorî biryara Komîsyona Bilind a Rûbirûbûna Korona ya Herêma Kurdistanê, ragirtina dewama dibistanan ji bo tevayî qonaxên xwendinê heta 1’ê Tîrmeha 2021’an hate dirêjkirin. Li gorî biryarê wê zanîngeh û peymangeh bi heman şêweyê berê bi awayê online xwendin berdewam bike.

Duh Komîsyona Bilind a Rûbirûbûna Koronayê civiya û çend biryarek li ser proseya xwendinê li Herêma Kurdistanê derxist.

Li gorî biryaran, wê dewama refên 1-2 yên dibistana seretayî û refa 12’an ya dibistana amadeyî heta 1’ê Tîrmeha 2021’an were rawestandin.

Her wiha wê ji refa 3 ya dibistana seretayî ta refa 11’an ya amadeyî xwendin bi awayê elektronîk (online) berdewam bikin.

Her wiha wê dibistanên dayîkê jî ta 1’ê Tîrmeha 2021’an girtî bimînin.

Li gorî biryarê wê zanîngeh û peymangeh bi heman şêweyê berê bi awayê online xwendin berdewam bike.

Serepeyv