Mijdar 30, 2020 20:54 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 415 pêketiyên din ên vîrusa korona hatin tomar kirin

Wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragehand, li herêma Kurdistanê 415 pêketiyên din ên vîrusa koronayê hatine tomar kirin.

Îro 30.11.2020ê wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî tora xwe ya civakî facebookê de belav kir û amarên 24 saetên borî yên vîrusa koronayê aşkera kir. Li gor wê daxuyaniyê li herêma Kurdistanê 415 kesên din di 24 saetan de bi vîrusa korona ketine û 14 kesên pêketî jî jiyana xwe ji dest dane. Herwaha 198 kes jî baş bûne.

Li gor dayaniya wezareta tenduristiyê di 24 saetan de ji 415 pêketiyên vîrusa korona, 111 kes li Hewlêrê, 91 kes li Silêmaniyê, 171 kes li Duhokê, 14 kes li Helebçê, 26 kes li Germiyan û 2 kes jî li Raperînê bi vîrusa korona ketine. Bi giştî jî heta naha li herêma Kurdistanê 96 hezar û 616 kes bi vîrusa koronayê ketine.

Herwaha 14 pêketiyên vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî jî heta naha ji ber pêketina bi vîrusa koronayê li herêma Kurdistanê 3,146 pêketiyan jiyana xwe ji dest dane.

Herwaha 198 pêketiyên vîrusa korona jî baş bûne, bi giştî jî hejmara pêketiyên ku baş bûne geheştiye 60 hezar û 363 kesan.

Serepeyv