Mijdar 27, 2020 17:52 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê; 'Tîma Nînca a Soran'

Li Herêma Kurdistanê komek kurd ku navê "Tîma Nînca a Soran" li xwe kirine hînê nîncatiyê dibin.

 

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, "Komeke kurdan dest bi nînjatîyê kirine. Koma ku navê "Tîma Nînca a Soran" li xwe kirine niha 50 endamên wan hene. Ajansa Reutersê ligel wan hevdîtin çêkiriye û nûçe weşandiye.

Mamosteyê Koma Nînca ê bi navê Şerzad Muslih Elî dibêje sê meh berê wan ev kom damezirandiye û li çiyê antremanê (temrîn) dikin. Elî dibêje, "Li nav çar dîwaran mirov nikare hîn bibe, lê li xwezayê hewa xweş e, divê nînca hînê hem sermayê hem germê bibe û bi vî awayî bijî."

Nînja ji çanda Japonyayê tê. Di serdemên berê de Nînca leşkerên bi pere, yan jî ajan bûn. Wan di casûsî, sabotaj, sûîkast û rewşên wisa de kar dikirin. Li ser nîncayan gelek fîlm hatine kişandin. Her wiha ji rewşa xwe ya berê wêdetir êdî bûye wekî cureyeke sporê jî."

 

 

 

Serepeyv