Mijdar 26, 2020 23:15 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê can dan

Li Herêma Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê mirin û nêzîkî 400 pêketiyên Koronayê jî baş bûn.

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên Koronayê belav kir.

Li gorî amarên han, di 24 saetên borî de 17 kes bi Koronayê mirine û 379 kes jî pê ketine.

Wezaretê her wiha daye zanîn, ji duhî de 392 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî rengî, hejmara kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine, gihîşt 95 hezar û 235 kesan.

Hejmara pêketiyên ku heta niha baş bûne, gihîşt 59 hezar û 32 kesan û hejmara miriyan jî gihîşt 3 hezar û 78 kesan.

Serepeyv