Mijdar 24, 2020 23:43 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê: 21 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 saetên borî de 500 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 21 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 saetên borî de 500 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 135 kes li Hewlêrê, 164 kes li Silêmaniyê, 169 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 16 kes li Germiyanê, 2 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand; 21 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 2 kes li Helebce, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 saetan de 211 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

 Heya niha bi giştî li Herêma Kurdistanê  94 hezar û 321 kes bi koronayê ketine û 3036 kesan ji ber vê nexweşiyê can dane û 58 hezar û 316 kes jî baş bûne.

 

Serepeyv