Mijdar 21, 2020 20:42 Asia/Tehran
  • Nûnerê YNK: Hewlêrê amadetiya xwe jibo lihevkirina digel Bexdayê ragihandiye

Nûnerê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlimana Iraqê got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê jibo lihevkirina digel Bexdayê amadetiya xwe ragihandiye.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Şîrvan Mîrza, Nûnerê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlimana Iraqê di gotûbêja digel Malpera SNN'ê got ku di çend rojên bê da dê desteyek ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê jibo gotûbêja digel delweta navendî ya Iraqê derbarê pişk û para Herêmê ji deyn û mûçeya dewleta Iraqê berê xwe bie Bexdayê û dewleta Herêmê di vê çarçovê da amadetiya xwe jibo hevhatina digel Bexdayê ragihandiye.

Nûnerê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlimana Iraqê got: Mûçeya giştî ya sala 2021ê ya Iraqê jî tûşî hin pirsgirêkan weke kêmbûnê bûye û hewcetî bi Itiqrazê (deynkirinê) heye û ji aliyê din va sala tê divê hilbijartin were lidarxistin û Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê sozdarê raberkirin û cihanîna bernameya reforman  e û çareserkirina tevahiya van pirsgirêkan di  mûçeya sala 2021ê da dê pirr dijwar be.

 

Serepeyv