Mijdar 20, 2020 23:20 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê îro jî 23 pêketiyên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand; di 24 saetên borî de 567 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 23 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 saetên borî de 567 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 188 kes li Hewlêrê, 141 kes li Silêmaniyê, 37 kes li Germiyanê, 5 kes li Raperînê, 186 kes li Duhokê û 10 kes li Helebceyê ne.

Vê wezaretê herwiha ragihand; 23 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 8 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Raperînê, 4 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 saetan de 499 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne ku jê 105 kes li Hewlêrê, 18 kes li Silêmaniyê, 23 kes li Germiyanê, 337 kes li Duhokê û 16 kes li Helebceyê ne.

Heya niha 92 hezar û 577 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine û 2 hezar û 957 kesan ji ber vê vîrusê can dane.

Herwiha heya vê demê 57 hezar û 146 kes jî ji vê vîrusê rizgar bûne.

Serepeyv