Cotmeh 29, 2020 00:01 Asia/Tehran
  • Pêncewînî:

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncewînî destnîşan kir ku peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumeta Iraqê û PDK'ê de bi daxwaza Tirkiyê pêk hat û got, heger Êzidî vê carê jî werin hiştin wê li pêşberî karesteke din bimînin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (AHNA), "9'ê Cotmehê, hikumeta Herêma Kurdistanê (PDK) û hikumeta Iraqê derbarê rêvebirina Şengalê de peymanek îmze kirin."

Hawar Newsê nivîsiye: "Li ser vê mijarê siyasetmedarê Kurd ê ji Herêma Kurdistanê Mihemed Emîn Pêncewînî ji ANHA'yê re nirxandin kir û anî ziman ku peymana di navbera hikumeta navendî û hikumeta Herêma Kurdistanê de bêyî ku nêrîna êzidiyan were girtin, pêk hat. Li gorî peymanê, Şengal ji hêzên leşkerî yên ku Şengal ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, were valakirin.

Pêncewînî destnîşan kir ku herêma Şengalê derveyî rêvebirina herêma Kurdistanê ye û got, peyman bi agahiya dewleta Tirkiyê û Amerîkayê pêk hat û wiha domand: "Peyman ji bo razîkirina Tirkiyê pêk hat. Ji ber ku di dema diyalogên hikumeta Tirkiyê û Iraqê de, Tirkiyê ji Iraqê xwest ku hemû alîgirên PKK'ê tune bikin. Niha jî daxwazên Tirkiyê pêk tînin. Pêncewînî ev yek bi "Hinceteke ne rast û ne qanûnî" bi nav kir."

Serepeyv