Cotmeh 28, 2020 16:51 Asia/Tehran
  • Murad Qarayliyan: Têkiliya PDKê digel Tirkiyê li ser xêra berjewendiyên kurdan nîne / Gelo haya Mesûd Barzanî ji kiryarên partiya bin desthilata wî da heye?

Endamê Komîteya Rêbertiyê ya PKKê tevî amajeya bi vêya ku hevkariyên istixbaratî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) digel Tirkiyê li ser xêra berjewendiyên kurdan û heta berjewendiyên Partiya Demokrat jî nîne, got: Em dixwazin nêrînên Mesûd Barzanî bizanin; Gelo haya wî ji kiryarên partiya bin desthilata wî da heye?

Li gorî rapora Kurd Pressê, Murad Qarayliyan, Endamê Komîteya Rêbertiyê ya PKKê di gotûbêja bi Televîziyona Stêrk TV'yê ra got: Hêzên PDKê tevgerên nû pêk anîne û ketine rewşa şêrr; yanî heke hêzên me bi başî çavdêrî nedikirin û bi durustî haya me ji rewşê nebûya, me dê wiha piştrast xeber nedaba, ji ber ku em hertim xxweşbîn in.

Wî got: Heke em yanî PKK tunebin, Tirkiye teqez dê êrîşî ser Hewlêrê bike. Ew nema rê dide ku destkefteke kurdan hebe. Niha ji ber ku PKK tevahiya navçeyê diparêze, ev partî armanca yekem e.

 

Serepeyv