Cotmeh 27, 2020 19:55 Asia/Tehran
  • Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de dikeve qonaxa bicîhanînê

Hikûmeta federal a Iraqê serpereştiya pirsa asayîşa Şingalê dike û divê dawî bi hebûna grubên ser bi PKKê yên li Şingalê bîne.

Roja 09.10.2020ê şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya wezîrê navxwe Rêber Ehmed ve li Bexdayê li gel aliyên peyvendîdar ên Iraqê bo asayî kirina rewşa Şingalê civiya û li ser çend xalekan rêkeftin. Ji wan yek jî helbijartina qaymeqameke nû û damezrandina 2 hezar û 500 kesan bû li Şingal û koçberên wê û çêkirina hêzeke nû û serpereştî kirina pirsa asayîşa Şingalê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve.

Derbarê bicîhanîna xalên rêkeftinê de qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragehand, bo damezrandina li fermangehên hikûmetê û hêzên ewlehiyê yên Şingalê, form hatine dabeş kirin û ev yek jî tê wê wateyê ku rêkeftin ketiye qonaxa bicîhanînê de.

Mehma Xelîl pêwîst dibîne ku ew xalane pewendiya xwe bi vegera koçberan ve heye û asayî kirina rewşa Şingalê heye ku bikeve warê bicîhanînê.

Serepeyv