Cotmeh 17, 2020 21:37 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 23 kesên din bi Koronayê can dan

Li Herêma Kurdistanê 23 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 700 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 723 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine û 23 kes jî bi Koronayê mirine.

Wezareta tenduristiyê her wiha da zanîn, ji duhî de 391 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî rengî hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 60 hezar û 906 kesan. 2 hezar û 129 kes ji wan mirine û 37 hezar û 119 kes jî baş bûne.

Serepeyv