Cotmeh 17, 2020 16:41 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Şewitandina baregeha PDKê êriş e bo ser xebatên hevbeş

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî şewatandina baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê ji aliyê neraziyên iraqî ve, şermezar kir û ew êriş weke êrişeke li dijî xebatên hevbeş ên Kurd û hêzên Iraqî yên şoreşgêr bo nehiştina zordarî û dîktatoriyê pênase kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, daxuyaniyek li ser şewitandina baregeha Liqa 5 a PDKê li Bexdayê û şewitandina alaya Herêma Kurdistanê ji aliyê neraziyên iraqî ve belav kir û ew êriş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Berî nîvro  îro grûpeke ji yasayê derketiyî baregeha Liqa PDKê ya li bajarê Bexdayê şewitand û di dema êrîşê de Ala Herêma Kurdistan û wêneyên sembolên Kurdan hatin şewitandin û ala Heşda Şeibî hate bilindkirin. Em wan êrîşan şermezar dikîn û bi kirdareke têkderane dizanîn. Êrîşa li ser baregeha partiyek ku hêzekî serekiyê rûxandina dîktatoriya li Iraqê bû, êrîşe li ser dîroka xebata hevbeşa Kurd û hêzên Iraqiyên şoreşger ku bi navê nehiştina zordarî û dîktatoriyê ye. Êrîş e li ser pêkvejiyana aştiyane, nehiştina aştiya civakî û siyasî ye û li gel bingehên destûr û demokrasî û mafên mirovan, nakok e.”

Barzanî tekez dike ku Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî û hêzên çekdarên Iraqê dîrokeke nû ya hevbeş di şerê DAIŞê de tomar kirin û dibêje: “Em hêvîdarîn ev hevbeşî hevkariyeke zêdetir li pey xwe de bîne û li rûyê siyasî ve bi navê derbaskirina hemû xelkê Iraqê ji wê rewşa nexweşa ku têketiye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de Barzanî got: “Nabê ti daxuyanî û tevgereke li warek wê hevbeşiya nû ya netewe û pêkhatên Iraqa nû têk bide, divê hemû aliyek wê hevxebatiya berê bikarbînin ji bo hevkariya Hikûmeta Federaliya Iraqê bi navê pêkanîna birêvebirineke baştir ku di xizmeta xelkê Iraqê de be.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwazê ji hemû aliyan dike ku bi aramî muamele li gel wê bûyerê bikin û dezgehên peywendîdarên Hikûmeta Iraqê lêkolîn û lêpirsînên yasayî bi awayeke cidî û bi lez destpêbikin û têkderan rûbirûyê yasayan bikin.

Serepeyv