Cotmeh 12, 2020 09:15 Asia/Tehran
  • PKK: Tu têkiliya hevhatina Bexda û Hewlêrê li ser Şengalê bi me ra tune

Fermandarekî payeberz ê PKK'ê bertek nîşanî hevhatina navbera dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê derbarê Şengalê da û got ku hêzên partiya wê ev bajar û derdora wê ji destê DAIŞê rizgar kirine.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Baghdad Al Yawmê, Kawa Şêxmûs, Fermandarekî payeberz ê PKK'ê di vî warî da got: Lihevkirina navbera dewleta navendî ya Iraqê û Heerêma Kurdistanê li ser Şengalê mijareke navxweyî ye û tu têkiliya wê bi me ra tune. Şêniyên Şengalê derbarê çarenivîsa xwe biryarê didin û mafê wan e ku vê lihevkirinê bipejirînin an red bikin.

Şêxmûs got: Şêniyên Şengalê bi yarmetiya PKKê ev bajar ji bin dagirkeriya DAIŞê derxistin û azadkirina wê ji aliyê Pêşmerge an artêşa Tirkiyê va pêk nehatiye û her kesekî ku vê lihevkirinê wek serketina li hemberî PKK dizane, bila haya wî jê hebe ku ev mijar têkçûnek jibo wî ye. JI ber ku me çend salan beriya niha ev navçe paqij kir û terikand û isparte şêniyên wê.

 

Serepeyv