Îlon 21, 2020 22:15 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 730 kesên din bi Koronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê can dan û 730 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 730 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine û 17 kes jî bi Koronayê can dane.

Wezareta tenduristiyê da zanîn, ji duhî de 457 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Bi hesibandina amarên han re, hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 41 hezar û 732 kesan ku 26 hezar û 921 kes ji wan baş bûne û hezar û 536 kes jî mirine.

Serepeyv