Îlon 19, 2020 19:56 Asia/Tehran
  • Amara  tûşbûna bi koronayê li Herêma kurdistanê gihêşt 39 hezar û 946 kesî

Wezarea Tendrsutiya Herêma kurdistanê li bara tomarkirina 605 tûşbûyiyên Koronayê bi vîrûsa Koronayê agahî da.

 Wezareta tendrsutiya Herêma kurdistanê ragehand ku di 24 saetên buhurî de 605 pêketiyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin û 26 kesan jî canê xwe ji dest dane û 471 nexweşên koronayê jî baş bûne. 

  Wezareta tendrsutiya Herêam kurdistanê pêştir ragehandbû ku 4537 kes li herêmê di heftiyekê de tûşî koronayê bûne. 

 Korona li cîhanê li halê berlavbûnê ye û li welatê Hindistanê hat ragehandin ku zêde ji 93 hezar kesên din jî tûşî vê vîrûsê bûne. 

 Wezareta tendrsutiya Hindistanê ragehand ku  hejmara gişt pêketiyên vîrûsa Koronayê li vî welatî gihêşt 5 milyon û  308 hezar û 14 kesî. 

 Wezareta tendrsutiya Rejîma Siyonîstî jî îro ragehand ku  di 24 saetên derbasbûyî de 5 hezar û 279 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku piraniya wan ji erdên dagirbûyî ne. 

Serepeyv