Îlon 17, 2020 16:15 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 29 kesên din bi Koronayê can dan

Li Herêma Kurdistanê 29 kesên din bi Koronayê can dan û nêzîkî 700 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 680 kes bi Koronayê ketine û 29 kes jî pê mirine.

Wezareta tenduristiyê da zanîn jî, ji duhî de 270 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî rengî, hejmara kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine, gihîşt 39 hezar û 341 kesan ku 24 hezar û 792 kes baş bûne û hezar û 446 kes jî mirine.

Serepeyv