Îlon 16, 2020 11:25 Asia/Tehran
  • Duran Kalkan:

Kalkan tevî rexneya ji rola Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) di êrîşên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê da, rêveberiya Herêma Kurdistanê bi sûcê dayîna îznê bo Artêşa Tirkiyê jibo ketina nav Herêmê tawanbar kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Duran Kalkan, endamê Konseya Rêveber a PKK'ê di gotûbêja bi televîziyona Medya Nûçeyê da tevî rexneya ji rola Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) di êrîşên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê da, rêveberiya Herêma Kurdistanê bi sûcê dayîna îznê bo Artêşa Tirkiyê jibo ketina nav Herêmê tawanbar kir û got: "Dane û lêzanînên bidestketî derbarê êrîşên 11ê tebaxê yên artêşa Tirkiyê li ser navçeya Xakûrkê ku di encamê da Egîd Karzan û du fermandarên payeberz ên artêşa Iraqê hatin kuştin nîşan didin ku destê PDKê di vê êrîşê da hebûye."


Kalkan got: "Artêşa Tirkiyê bêyî îzna PDKê nikare têkeve Herêma Kurdistanê. Îmkana wê tune artêşa Tirkiyê bêyî rêdana Parityê (PDK) bikare li Herêma Kurdistanê pêşda biçe. Emê berxwedana xwe bidomînin û ev berxwedan jî tenê jibo gelê Kurd e û em pirr hez dikin di vê pêvajoyê da hêzên Pêşmerge jî li kêleka xwe bibînin. Lê lêzanîn nîşan didin ku hêzên Pêşmerge dewsa ku li kêleka me bin, ketine kêleka dijminên Kurdistanê. Her kurdê ku pişta AKP û MHP bigire, xayîn û dijminê Kurdan e. Têkiliya Partiyê bi hakimiyeta faşîst a AKP-MHP ra heye û ewna kirine hevpeymanê xwe. Em nikarin tiştekî wiha bipejirînin."

Serepeyv