Îlon 13, 2020 13:46 Asia/Tehran
  • Kampa Mexmûrê; Korona, ambargo, êrîşên DAIŞ û Tirkiyê

Hevseroka "Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê" Pakîstan Bîlen, anî ziman ku li Mexmûra ku 14 meh in ambargo li ser e hem ji ber pandemiyê hem jî ji ber êrîşên DAIŞ û Tirkiyê fikarên wan zêde dibin û ji bo rakirina ambargoyê bang li her kesî kir.

Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê (MA), Ambargoya li ser Kampa Mexmûrê 14 meh in didome. Hevseroka "Meclîsa Gel a Mexmûrê" Pakîstan Bîlen, pirsgirêkên ku kamp bi wan re rû bi rû dimînine nirxandin. 

Bîlen, diyar kir ku bi ambargoyê re kamp hatiye dorpêç kirin, lê belê dîsa jî bi awayekî jiyana xwe didomînin. Bîlen, destnîşan kir ku her diçe ambargo dorfirehtir dibe û got: "Gelek nexweşîn rû dane. Pirsgirêkn heyî her diçin zêdetir û girantir dibin. Yek ji van pirsgirêkan jî betalî ye. Gel nikare pêdiviyên xwe yên rojane peyda bike. Ev jî ji bo gel cihê talûkeyeke mezin e.

Aboriya vê civakê awayê wî yê rêvebirinê ye. Gava em van tiştan hemûyan esas digirin em dibînin hêla herî zehmet aborî ye. Piştî ambargoyê çûyîna bajaran kêm bû û jixwe yê biaxwaze jî wê nikaribe biçe. Beriya ambargoyê ji sedî 85 gel dixebitî, lê belê niha ji sedî 50 dixebite." 

NEXWEŞXANE TÊR NAKIN 

Bîlen, bal kişand ser tenduristiya gelê Mexmûrê jî û got bi ambargoyê re gelek nexweş jiyana xwe ji dest dane. Bîlen anî ziman ku bi nexweşîneke mezin re rû bi rû ne û got:

"Nexweşxaneyên heyî têr nakin. Ji ber ku nexweş ji nexweşxaneyê dernayên nexweş nikarin biçin nexweşxaneyên din jî." 

Her wiha Bîlen destnîşan kir ku ji ber şewba Covîd-19'ê jî fikarên li kampê zêde bûne û got: "Ji ber ku nexweşîneke vegir e pêşî lê nayê girtin. Ev jî bi xwe re dibe sedema zirarine mezin.

Em dibihîsin ku li Mexmûra Jêr nexweşîn belav bûye. Di navbera me de 10 deqe heye. Heger hatibe wir wê bê vê derê jî. Li dijî şewbê tu tevdîrine em bigirin tuneye. Di dest me de derman ji tunene." 

ÊRÎŞ 

Bîlen, êrîşên DAIŞ'ê yên li ser kampê bibîr xistin û got ku niha tevdîrên ji bo ewlehiyê qels in. Bîlen got: "Berê gelek caran êrîş anîn ser kampê. Şehîdên me çêbûn. Birîndarên me çêbûn. Ev xetere hîn jî didome. Her derê me di bin dorpêça DAIŞ'ê de ye. Dibe ku ji nişkave êrîş çêbibin. Her wiha em bi êrîşên dewleta Tirkiyê re jî rû bi rû ne. Niha hewl didin Herêma Kurdistanê dagir bikin. Pêşî dixwazin Mexmûrê dagir bikin. Tim tim ji hewayê ve êrîş dikin. Bêrîvanên çûn bêriyê kuştin. Her wiha bi dehan mirov zerar dîtin."   

'DEMILDEST DIVÊ AMBARGO BÊ RAKIRIN' 

Bîlen bal kişand ser êrîşên Tirkiye yên li ser kampê jî û got: "A me diêşîne ew e ku dijminê me kurdan bera kurdan dide. Kurd jî piştgiriyê didin van êrîşan. Serekê vê jî 'PDK' ye. Bi awayekî aşkere aliyê Tirkiyê dike. PDK dixwaze ev kamp bê belakirin, loma bi Tirkiyê re hevkariyê dike. Lê divê em li dijî vê bi hev re bitêkoşin. Divê kurd bi hev re li dijî vê rabin. Her wiha bêdengiya Neteweyên Yekbûyî jî nîşan dide ku, piştgiriya van êrîşan dike."
 

Serepeyv