Îlon 12, 2020 20:35 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiyê: 12 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 saetên bûrî de 574 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 12 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe jidest dane.

Îro roja şemiyê 12.09.2020an Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 574 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 156 kes li Hewlêrê, 79 kes li Silêmaniyê, 32 kes li Germiyanê û 307 kes li Duhokê ne.

Wezareta Tendirustiyê Herêma Kurdistanê diyar kir jî, 12 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê û 6 kes li Duhokê ne.

Heya niha 35983 kes li Herêma Kurdistanê bi Vîrûsa Koronayê ketine û 22826 kes jî baş bûne û 1320 nexweşên koronayî jî jiyana xwe ji dest dane. 

Serepeyv