Îlon 10, 2020 08:44 Asia/Tehran
  • Salar Mehmûd: Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê hikûmeta herêmê bike ber lêpirsînê

Şêwirmendê Berê yê Serokkomarê Iraqê Salar Mehmûd, diyar kir ku divê Parlementoya Herêma Kurdistanê ji hikûmeta herêmê hesab bipirse û wiha got: “Erka parlementoyê ew e ku li rex gel raweste û tenê nehêle. Pêwîste Iraq jî mûçeyê karmendan bişîne û mijara mûçe nebe beşek ji şerê siyasî yê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya navendî de.”

Li gorî rapora Ajansa Mezopotamyayê (MA), Li Herêma Kurdistanê, 3  sal in qeyrana aborî heye. Ev jî  bandoreke neyînî li jiyan û rewşa gel dike. Ji ber qeyrana aborî gelek pirsgirîkên cuda li herêmê rû didin û heya niha jî tu hewledanek hikûmetê ya çareserkirina vê rewşê xuya nake. Her wiha nedayîn û derengketina mûçeyê karmandan jî li her qadên civakî bûye sedema pirsgirêkan. Îsal bixwe jî hikumeta herêmê ji sedî 21 mûçeyê karmendan kêm kiriye û heta niha tenê mûçeyên meha adarê daye. 

Derbarê krîza aborî û geşadanên siyasî de Şêwirmendê Berê yê Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û siyasetmenderê kurd Salar Mehmûd ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Mehmûd, diyar kir ku sedemê krîza aborî nebûna rêveberiya hikûmeta herêmê ye û got ku parlemento bikaribe hesab ji hikûmetê bipirse dê krîz çareser bibe. 

‘DIVÊ PARLEMENTO HIKÛMETÊ BIXE BER LÊPIRSÎNÊ’ 

Mehmûd, destnîşan kir ku ji xeynî bandora şewba koronayê, polîtîkayên ku li herêmê tên meşandin jî bandoreke neyînî li aboriya gel dike û wiha got: “Sedema yekemîn a qeyrana aborî daketina nirxê neftê û şewba vîrûsa koronayê ye. Her wiha siyaseteke baş ku aboriyê bi rê ve bibe jî nîne. Peymana Herêma Kurdistanê ya neftê ya li gel Tirkiyê xesar daye gelê Herêma Kurdistanê. Divê yan ev peyman di berçavan re bê derbaskirin an jî bên betalkirin. Gelê Herêma Kurdistanê ji Hikûmeta Herêmê nîgeran e ku heya niha nikaribûye beşek ji krîzên berê yên aborî çareser bike û mûçeyê karmendan bide. Pêwîstî bi reforman heye û divê zelalî di xerckirinê de çêbibe û parlemento hikûmetê bixe ber lêpirsînê ka çima nikare sozên ku daye bi cîh bîne.” 

‘PÊWÎSTE MIJARA NEDAYINA MÛÇE NEBE BEŞEK ŞERÊ SIYASÎ’ 

Derbarê nerazîbûnên nedayîna mûçeyan de jî Mehmûd, bi lêv kir ku mafê herkesî heye ku di vê mijarê de rêveberiya herêmê şermezar bike û ev tişt anî ziman: “Karmendên hikûmetê çalakiyan li dar dixin û nerazîbûnên xwe tînin ziman. Ev mafê wan ê herî sereke ye. Erka parlementoyê ew e ku  li rex gel raweste û tenê nehêle. Pêwîste Iraq jî mûçeyê karmendan bişîne û mijara mûçe nebe beşek ji şerê siyasî yê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya navendî de.” 

‘PARLEMENTO BIKARIBE HESAB BIPIRSE WÊ ÇARESER BIBE’ 

Mehmûd, xwest ku Parlementoya Herêma Kurdistanê hesab ji hikûmeta herêmê bipirse û axaftina xwe wiha domand: “Heke reform were kirin, berpirsên ku gendelî kirine werin dadgehkirin, parlemento bikaribe hesab ji hikûmetê bipirse, dê beşek qeyran çareser bibin. Ji ber ku ev qeyran demeke dirêj e derketine, ji bo bên çareserkirin dem divê û bernameyek jêre pêwîst e. Pêwîst e hemû alî bi armanca parastina berjwendiyên gel beşdarî hikûmetê û xebatê bibin. Reformên rasteqîn bên kirin û di gotinê de nemînin, qeyranên aboriyê yên herêmê wê ber bi çareseriyê ve biçin.” 

 

 

Serepeyv