Îlon 09, 2020 19:59 Asia/Tehran
  • Amarên Coronayê li Herêma Kurdistanê: 545 tûşbûn, 19 mirin 

Li gor amarên fermî di rojekê de 545 kes bi vîrusa Koronayê ketin û herwiha 19 kes bi wê vîrusê mirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa Koronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 saetan de 4 hezar û 910 pişkinînên Koronayê hatine kirin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di encama wan pişkinînan de 545 tûşbûyên nû yên Koronayê hatin destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 saetan de ti kesek nehatiye kerentînekirin û 312 nexweşên Coronayê piştî wergirtina çareseriyê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de 19 nexweşên Koronayê canê xwe ji dest dan.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 34 hezar û 230 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 21 hezar û 556 kes baş bûne û hezar û 265 tûşbûyên Coronayê jî canê xwe ji dest dane.

Serepeyv