Îlon 09, 2020 19:36 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê sibê serdana Hewlêrê dike

Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bi dest xsitine, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî sibک Pêncşemê 10ê Îlonê serdana Hewlêrê dike û li gel serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê hevdîtinan pêk tîne.

Li gor zanyariyan, Kazimî bi berpirsên Kurdistanê re peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj dike.

Serokwezîrê Iraqê di civînekê de li gel şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê tekezî li ser hemahengiya di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, di warên curbicur kir.

Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê duh Sêşemê serdana Bexdayê kiribû.

Serepeyv