Tebax 28, 2020 22:21 Asia/Tehran
  • Îro li herêma Kurdistanê 458 pêketiyên vîrusa korona baş bûn

Îro li herêma Kurdistanê 26 kes pêketiyên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan, 458 kes jî wek pêketiyên nû yên vîrusa korona hatin tomar kirin û 458 pêketî jî baş bûn.

Wezareta tenduristiya herêma Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên vîrusa korona belav kir û ragehand îro hejmara pêketiyên ku baş bûne zêde bûye.

Wezareta tenduristiya herêma Kurdistanê ragehand: ‘’Di 24 saetên borî de 4 hezar û 617 test hatine kirin û derketiye 458 kes bi vîrusa korona ketine û ji wan jî 208 kes li Hewlêrê, 119 kes li Duhokê, 93 kes li Silêmaniyê û 23 kes jî li Germiyanê û 15 kes jî li Helebcê bûne.’’

Herwaha hat ragehandin hejmara wan kesên bi vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane jî di 24 saetên borî de 24 kes bûye.

Serepeyv