Tebax 20, 2020 19:14 Asia/Tehran
  • 2 balafirên keşfê yên artêşa Tirkyê li Şêladizê ya Herêma Kurdistanê ketin

2 balafirên keşfê yên artêşa Tirkyê îro serê sibê li herêma Şêladizê ya Herêma Kurdistana Iraqê ketin xwarê.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Li herêma bajarokê Şêladizê yê ser bi Dihokê li Herêma Kurdistana Iraqê ve, îro danê sibehê 2 balafirên keşfê yên artêşa dewleta Tirkiyê ketin xwarê.

Balafirek li taxa Şît Cinar a Şêladizê kete xwarê, ya din jî li gundê Diyokê kete xwarê.

Heta niha sedema ketina balafiran zelal nebûye.

 

 

 

Serepeyv