Tebax 09, 2020 11:08 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê 4 pêketiyên din ên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

Berdevkê fermangeha tenduristiya Kerkûkê ragehand, 4 pêketiyên din ên vîrusa korona li Kerkûkê jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê fermangeha tenduristiya Kerkûkê Saman Yabe ji BasNewsê re ragehand: ‘’Duh 08.08.2020ê li Kerkûkê 293 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 64 kes jî baş bûn. Herwaha 4 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dan.’’

Saman Yabe ragehand, li Kerkûkê heta naha 5 hezar û 704 kes bi vîrusa korona ketine û hezar û 813 kes li nexwaşxaneyanin, 3 hezar û 607 kes jî baş bûne. Herwaha bi giştî 284 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv