Tebax 02, 2020 00:18 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Li Amêdiyê balafirên Tirkiyê li sivîlan dan

​​​​​​​Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê li Amêdiyê wesayîtek sivîlan kir hedef. Tê gotin du kes di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî nûçeya Roj News'ê, di saetên dereng yên êvarê de balafirên dewleta Tirkiyê li komelgeha Bagêre ya ser bi navçeya Amêdiyê li parêzgeha Dihokê, li wesayîtek sivîlan xistin.

Hate ragihandin ku di encama êrişê de wesayît bi temamî şewitiye û tê gotin 2 kes di nava wesayîtê de jiyana xwe ji dest dane.

Di 26’ê Tîrmehê de, balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Hesenpîrkê ya bajaroka Bamernê yê ser bi Amêdiyê bombebaran kiribû. Di encamê de du kes bûbûn gorî.

 

 

Serepeyv